Îvermektîn dermanê çîye? Çima ji SarsCov-2yê re bûye hêvî?

Pandemîya SarsCov-2yê êdî ez bawerim hûn tev agahdar bûne. We teva dît ku pandemîyeka mezin li ser mirovahîyê. Min di nivîsa xwe ya pêşiya vî nivîsê de qala dermanên din u qala protoqola tedawîye kir bû ê ku nexwendibe dika li ser bloga min bibîne. Em tev amade bin ez destûra we dixwazim em dest pê bikin.

Îvermektîn axlebî li ser enfeksiyonê parazîta tê bi kar anîn. Ji bo vê armancê ji FDA destûr sitandîye. Çima di SarsCov-2 yê de bu hêvî?

Li Avustralyayê li labaratuvarê de li ser îvermektîn în vîtro lêkolîn kirine. Di vê lêkolînê de hate xwuyan ku îvermektîn bela bûna coronavîrusê sekinand. Lêkolîn wisa bû hucreyê ku bi SarsCov-2 yê enfekte bûyî 48 saeta de bi 5uM îvermektîn dane û pişt 24 saeta barê vîralê %93 hate xwarê û %99.8 RNA ya vîrusê kêm kiriye. Di 48 saeta de goriya numuneyê din 5 hezar car zahftir RNA yê vîrusê kêm kiriye. Û di sê rojade RNAya vîrusê nehatiye dîtin. Mekanîzmaya kêm kirinê û sekinandinê heye lê zahf duv dirêje ji bo hûn fêhm bikin min hewqas kurt hêşt.

Mirovahî vêga li hêvîya lêkolînê în vîvoye ku li ser miroven were bi kar anîn. Zanyar niha li labaratuvarê lêkolîna didomîne. Li benda lêkolînê Faz 1, 2 û 3 ne. Lê bêguman başiyê ka vê dermanê ewe ku peşî de destûr sitandîye ji FDA. Lewma ve lêkolînê Faza nu xilas bikin. Emê li benda lêkolînên zanyarîyan bibin.

Mixabin rewşa coronavîrusê nebaşe. Li dinyayê zahf zû bela dibe û mirin zahf zêdene. Me hêja en jora pîs nedîtî ye. Ji alîyekê din li Kurdistanê rewş qet nebaşe. Ez li Batmanê dijîm. Diçim kar û têm. Lê gelê me hêja jî fêhm nekir ye vê pandemîya dijwar. Nifûsa Batmanê bi tevî navçe û gunda nêzîkê 600 hezare lê nexweşxaneya de cihê razanê 500 heb jî tune. Û ji 600 hezar nifûsê tenê 450 test hatine çêkirin. Û me ji zahf ciha jî seh kir ku dewlet êdî sedemê mîrîyan jî nabêje. Çewa tê gotin 9 nexweş û 1 mirî heyê tiştê ku em zanin mirî jî zêdene û nexweş jî. Bêguman em li vir jî bêxwedî bûne dibînin. Gelê hevalên hêja spasdarim ji xwendina we re. Li xwe baş binêrin û destê xwe nedin rûyê xwe.:) Dembaş.

Dermanên Tîmarkirina SarsCov-2 yê de Çine û Rewşa Lêkolîna Çewa Didome

31 Kanûn sal 2020 de li bajare Wuhanê Li Çînê ji bazara ajalên wehşîde derket û bela bû hemu dinyayê. Gava li Çînê bû ev şop kes bawer ne dikir were ber derîyê me. Vêga em di nav pandemîyek mezinde li hevîya ronahîyêne.

Li ser dinyayê heta niha 900.000 kesa zahftir merivande bela bûye û bi hezaran kesan mirine. Rewş wisa tê xwêya ku dinya digore. Vêga li Amerîkayê nezîkê 200.000 kesan girtîye û kuştin zêde dibin. Rewşa Îtalî nebaşe mirinên wirê jî 10 hezaran derbas bûye.

Vêga tenduristvan tev ji bo vê tîmar kirine ketine ser lêkolînek bêhempa. Henek behsa lêkolînên zanyarîyê ser tîmar kirina vê şopê û protoqola tîmar kirina Tirkiyeyê bikin. Û dawîyêde jî rewşa Kurdistanê emê bînin ser ziman.

Heta niha pênc derman ji FDA destur sitandîye ji bo SarsCov-2 yê. Ribavirin, penciclovir, nitazoksanit, nafamostat û klorokin. Û du heb dermanên din jî li ser lêkolîn dikin. Ew jî favipiravir û remdesivir.(1)

Dîtina klorokin û ribavirin ji bo ku hêsantir e ew zêdetir di tîmar kirinê de cih digre.Li Çînê zêdetir lêkolîn li ser klorokin sulfat hatine kirin. (2) Ev derman erzane û ji bo tîmar kirinê hêvîdar dike.

Li Koreyê jî lopinavir / ritonavir li ser nexweşek tenê şixulîne û barê vîralê kêm kiriye. (3)

Tîmar kirina SarsCov-2 yê de tevlîhev kirina bi antiviral û interferona re ribavirin zêdetir hêvîdar dike û li benda lêkolîna bin. (4,5)

Protoqola tîmar kirina Tirkiyeyêde gorî ya rewşe 3 rê te peşîya me. Rewşa pêşî de enfluvir û hidroksiklorokin ya didoyan de li ser var aziteomisin ya sisêya de jî favipiravir te dayîn. Ez dixwazim ji bo favipiravir cih vekim li virê. Favipiravir tîmar kirinê ji 11 roja anît ye 4 roja li Çînê.

Rewşa Kurdistanê em binêrin. Pêşî dixwazim rewşa Rojhilata Kurdistanê bînim ser ziman. Rejîma îslamî li wir zilmîye ka mezin dike li kurda. Kurda teva bextê xwe re heştîye. 1625 heb kes enfekte bûne û 167 kes jî mirine. Ev hejmar berîya du rojan hatin gotin. Li Kurdistana Bakûr de 556 kes enfekte bûne û 5 kes mirine bi gorî ya hejmarên fermî. Lê li vir testên SarsCov-2 yê binê van hejmaraye tişta xerîb eve. Li Başûra Kurdistanê de qedexe kirina derva heye û li wir ê enfekte kêmin. Li Rojava Kurdistanêde tiştê ku min seh kir li wir jî enfekte kêmin.

Çavkanî

1 – Wang M, Cao R, Zhang L, et al. Remdesivir and chloroquine effectively inhibit
the recently emerged novel coronavirus (2019-nCoV) in vitro. Cell Research. 2020.
2 – Gao J, Tian Z, Yang X. Breakthrough: Chloroquine phosphate has shown apparent efficacy in treatment of COVID-19 associated pneumonia in clinical studies. Biosci Trends. 2020.
3 – Lim J, Jeon S, Shin HY, et al. Case of the Index Patient Who Caused Tertiary Transmission of COVID-19 Infection in Korea: the Application of Lopinavir/Ritonavir for the Treatment of COVID-19 Infected Pneumonia Monitored by Quantitative RT-PCR. J Korean Med Sci. 2020;35(6):e79.4. Sheahan TP, Sims AC, Graham RL, et al. Broad-spectrum antiviral GS-5734
inhibits both epidemic and zoonotic coronaviruses. Sci Transl Med. 2017;9(396).
5. Omrani AS, Saad MM, Baig K, et al. Ribavirin and interferon alfa-2a for severe
Middle East respiratory syndrome coronavirus infection: a retrospective cohort
study. Lancet Infect Dis. 2014;14(11):1090-1095.

Güneş Koruyucular

Özelikle yaz aylarının vazgeçilmezi olan güneş koruyuculardan bahsedeceğiz de bu girişi beğenmedim ya siz? Nedeni şu özellikle yaz ayları demek doğru değil kış aylarında da kullanılması gerek aslında mevsim farkı olmaksızın güneşin olduğu zamanlar desek doğru olur sanırım. Bu yazın son sıcak demleri ama yine de güneş çarpmalarına dikkat diyoruz ve başlıyoruz konumuza.

Neden Güneş Koruyucular

¬ Güneşle direkt temasta olan deri güneşten aldığı ışığı işletmekle sorumludur. Derinin bu fonksiyonun güneş tarafından bozulmaması ve vitamin dengesini sağlaması için şart.

¬ Deride bazı kanser türlerinin gelişmesini önlemek.

¬ Cilt yaşlanmasını engellemek.

¬ Güneş yanıklarını ve lekelerini önlemek. Gibi gibi şeyler işte.

Peki asıl merak edilen bölüme geldik. Hangi güneş kremini kullanmam gerek sorusunun cevabına. Onun için biraz güneş koruyucu içeriklerini karıştıralım. Buyuralım.

Güneş koruyucu içerikleri

Bu güneş koruyucular nasıl koruyor cildimizi? Neyse uzatmayayım. İki tür koruma var hatta üç. Fiziksel, kimyasal ve de karma filtre.

Fiziksel koruyucular

Deriye uygulandıkları zaman güneş ışınlarını dağıtıcı rol oynarlar. En etkili olan çinko oksit ve de titanyum dioksit diyebiliriz. Bunun dışında kaolin, talk, kalsiyum karbonat ve magnezyum oksit de fiziksel koruyucudur.

Peki neden fiziksel koruma?

¬ Cilt altında işlenmedikleri için allerjen değildir ve cilt ısınmasına neden olmaz.

¬ Hassas cilt tipleri ve bebekler için uygun kullanımı vardır.

¬ Hem UV-A hem UV-B ye karşı koruma sağlar.

Dezavantajları da cilt üzerinde pudramsı beyaz renk gözlenmesi ve de terlemeye karşı çok dayanıklı olmaması.

Kimyasal koruma

Kimyasal koruyucular

Kimyasal koruma cilt altında gerçekleşen bir olaydır. Işığı ısıya çevirir. Yanma hissi verirler. Nispeten allerjen özellikleri mevcuttur. Bu yüzden hassas cilde sahip olan kişilerde önerilmez. En azından sadece kimyasal koruyucu içermemesi önerilir. 2 yaşından küçük çocuklar için kimyasal koruyuculu güneş kremleri önerilmez.

Güneş koruyucu seçerken nelere dikkat edeceğiz sevgili dostlar?

¬ Cilt tipine göre ; yağlı ciltler için jel, köpük ve krem formunda su bazlı ürünler kullanılmalı (hiyalüronik asit), kuru ve hassas ciltler için nemlendirici özelliği bulunan daha sıvı ve losyon form kullanılmalı.

¬ Hassas cilde sahip kişiler sadece kimyasal koruyucu içeren güneş koruyucu kullanmamalı. Sadece çinko oksit içeren ya da titanyum dioksitle beraber kimyasal koruyucu içeren güneş koruyucular kullanılabilir.

¬ 2 Yaşından küçük çocuklar için fiziksel koruyucu içeren güneş kremleri kullanılmalıdır.

¬ Bebek ürünlerinde paraben, alkol ve parfüm içermeyen güneş koruyucular tercih edilebilir.

¬ Çinko oksit ve titanyum dioksitin nano partikül formlarını içeren kremlerde pudramsı beyaz kalıntılar oluşmaz ciltte. Fakat hamilelerde nano boyuttaki titanyum dioksit emiliminden dolayı terarojenik olduğundan önerilmez.

¬ UV-A ve UV-B koruması olması gerekir.

¬ Güneşte kalma süresine bağlı olarak en az 15 faktörlü güneş kremi seçilmelidir. Eğer güneş altında çok kalınıyorsa 50,60,75 faktörlü eğer ki çok kalınmıyorsa 20-30 faktörlü güneş kremleri yeterli olacaktır.

¬ Ve de kadınlara söylüyorum özellikle bütün güneş koruyucu kremlerde yaşlanmayı önleme özelliği mevcuttur. Güneş ışınlarının deriye zarar vermesini önlediği için anti- aging özelliği mevcuttur. İlla üstünde anti-age yazan güneş kremleri aramayın.

Evet arkadaşlar iyice başınızı şişirdim sanırım. Bu kadarın yeterli olacağını düşünüyorum.

Ve de okuduğunuz için teşekkür ediyorum sevgili dostlarım 🙏

NEXWEŞIYA ŞEKIR (DİABETUS MELLİTUS)

Silav ji were hevalên hêja. Ezê di vê nivîsê de li ser mijara nexweşanîya şekir bikim. Bi zimanê zanistîyê diabetus mellitus. Piçûk û mezin pal bidin balgeh ê xwe firtînî ji çaya xwe bînin û hêdî hêdî bixwînin goh bidin min. Em dest pê kin. De wernê bavê min.

Diabetus mellitus çîye? Min li Batmanê di nava Batmanparkê de 40 heba pirsî du heb hemşîre yên delal tenê rast bersiv dan. Heneka digot şekirê dîya mine heneka digot zêde xwarina şekire û yekî din jî digot marmasî ye ew pismamê min bû.🤦‍♂️Ka nexwe ya en rast ji wer bêjim. Diabetus mellitus : Kêmbûna însulînê, ji pankreasê kêm avêtina xwînê an jî tunebûna însulînêye. Însulîn çi dike nexwe? Ew jî di nava xwînê de şekir (glukoz) davêje şaneya (hucre) ku ew şane jî wê glukoz ê bişewitîne bike enerjî yanê mazota şaneyaye û ji her derî re lazime. Dengê heneka tê min dibêjin nexwe bila zahf be glukoz qena em pê bifirin. Na newsa ye ezê vêga zêdebûn çidike ezê ji were bêjim sebir bikin.

Du tîpên dîyabetê hene. Tîp – 1: Tunebûna însulîn ê ye. Tîp – 2: Kêmbûna însulîn ê ye.

Gelo ku em bibib dîyabet çi tê serê me ez bêjim. Nebêjin şekirê min zêdeye zahf şêrînim 🙄 Li jêr binêrin ka çidije dîyabet.

Mezin

1- Nexweşanîyen qelp

2-Felc

3- Qrîza qelp

Piçûk

1- Kêm dîtin an jî kor bûna çav

2- Êşa gurçika

3- Êşên noropatîk

4- Lingê dîyabetîk (ling û tilîyên jêkirî)

5- Kêmbûna fonksîyonên sexuel. Ya rastî tev jî mezinin.

Glukoz di çi de heye hûn zanin? Ez ji were bêjim. Di nava nan, miqarne birinc, şekir bla bla bla…

Glukoz çiqas be dinava xwînê de zêdeye :

Glukoza birçî bûne

Glukoz>125mg/dl nexweşanî

Glukoz 100-125 mg/dl xirabî

Glukoz 70-100mg/dl normal

Glukoza têr bûne>200mg/dl

Lê testa en baş ya HbA1c ye. Ku ew zêdeyê %6.5 be nexweşanîye ku nêzîk be xirabûne. Li nexweşxanê dikarin bigrin. Her sal du car dibe hun şekirê xwe bigrin.

Belê hevalên şêrîn û şekir bawerkim şekirê ket ji Ganî Mîrzo – Şerînim gohdarî bikin 😃

Zêdebûn an jî kêmbûna şekir de çi çêdibe u em çipkin. Dewê şor vexwin. Na na emê çi dibe dewê şor vedixwin wisa nekin.

Zêdebûna glukoz

  • Devê ziwa
  • Zêde tî bûn û av vexwarin
  • Birînên baş nebûyî (birînên min🤦‍♂️)
  • Westiya bun
  • Zêde çûna desmêja piçûk. Ev tiştê ha tev çêbûn en çipkin şekirê xwe bigrin pêşî zêde be herin nexweşxanê.

Kêmbûna glukozê

  • Birçî bûn
  • Gera ser
  • Adiz bûn
  • Bêhişî. Hûnê wê çaxê 2-3 heb şekir di nava avê bihelînin û vexwin

Belê şekirno kî bi rihetî dibe nexweşê dîyabetê?

1- Ewê ku şev û roj xwarin dixwin an jî piçûktîya xwede bi faktorên genetîk bune obez.

2- Ew kesê ku werzîş (sipor) nake, tu kar nake, naşixule u hema radizê.

3- Di malbatê de nexweşê şekir hebin.

4- Kesên bêhn teng (stres)

5- Zêde xwarina nan, şekir, şîranî, goşt…

Nexweşên Tîp 2 dîyabet bila çipkin?

  • Giraniyên zêde bila bidin. Dibê ku BKİ ya wan kême 25 a be bila li ser internetê giraniyên baş ji wa re çiqase hesap bikin.
  • Îlacên xwe her carê eynî wextê bixwin.
  • Hay ji tensîyona xwe hebin. <130/85mmHg
  • Heftiyê sê çar car şekirê xwe bigrin
  • Xwarina êvarê pêşiya razanê 3-4 saet bixwin
  • Her roj 30-60 deqe herin werin.

Nexweşê Tîp 1 dîyabet çibikin?

  • Pêşî qebûl bikin ku heta emrê wan xilas be derzîya însulînê li xwe bidin.
  • Îlacên xwe her carê eynî wextê de bixwin.
  • Her roj 3-4 cara şekirê xwe bigrin.
  • Her carê cihê derzî lêxistina însulînê bigorînin.

Nexweşên Tîp 1 û 2 dîyabet :

1- Her sal carek muayena çav bibin

2- Her sal gurçikên xwe binêrin.

3- Lingê her roj bişon pêlavên rihet bixin lingê xwe.

Ku hûn bibin dîyabet û îlacên xwe nexwin hay ji xwe nemînin her roj şixwe re “şîrîna min çare nîne gohdar bikin u li hêviya ezraîl bisekinin.

Nebatên şekir kêm dikin kîjanin?

1- Şembelîk : Bi salan ev nebat ji bo ser êşê tê û zêdebûna şekir re qaqilê binê erdê tê xwarin.

2- Merwend : Pelên merwend bikelînin û ava wî vexwin. Henek hevalên Ewropayê behs dikirin sevgîlîya bihevre ava vê nebatên vedixwarin ku kêfa wa bi hevre zêde dikir û stresê kêm dikir. Situşikesta min carek ava merwend neda min û çû 😏

3- Qîvar : Vê nebatê nexwarî tuneye ez bawerim. Ji şekir re başe lê yê kera nexwin 😃

4- Tolik : Dermanê dila ye. Hûn dikarin pelê wî bikelînin u ava wî vexwin. Hûn dikarin jî xwarina wî jî bixwin. Şekir kêm dike.

5- Çarparsu : Ya rastî li cem me pelê wî ji bo kevirê gurçik tê kelandin û ava wî tê vexwarin. Lê tişte ku min lêkolînê de dîtin li bajarên din ji bo şekir ji ava wî tê vexwarin.

6- Sîr : Nebate kê dijware şixwe ji bêhna wî hûn zanin. Şekir kêm dike ev nebat jî.

Ezê vê derê reş binivîsim qena bibînin. Ev nebatên jor tenê ji bo tîmar(tedawî) kirine çênabe hûn dikarin ji bo alîkarî ya tîmare van jî bixwin. Bê destura nojdar nexwin. Bawerê kesî nekin ewê ku dibêjin ev dermanê şekire îlac kêr nayên. Dermansazê we li vire ji min pirs bikin.

Belê delalê dilên min em hatin dawîya nivîsa xwe daxwazîye ka hebe keremkin pirskin. Kêmasî hebe efû bikin 🙏

Spas ji bo xwendina we.

Hebên Êş Bir

Li ser vê dinê êş nekişandî tuneye bawer dikim. Ji bo êşa bedena xwe em hebê êş bir vedixwin. Lê ji bo êşa dilê we hebê me tuneye pirs nekin.
Emê li ser vê nivîsê de behsa hebê êş birê ku em zahf vedixwin kîjanin, em çima vedixwin u ji boy çi, çewa tên vexwarin bêjin. Hûn amade bin em dest pê bikin. De kerem bikin.

Di emrê xwede ê ku van hebê jor ne vexwarinê tuneye bawerke. Henek ji bo diran, ser, çok, nav û bla bla bla ji bo her êşê kême êşê dil we vexwarîye. Emê behsa êş birê ser bikin. Êşê ser sedema wan du hebin: Sedemê yeke mîn û duyemîn.
Sedemê yekemîn sedemê ser in. Çine ew travmatîk, sinîrê ser, kansêr, tumor u virde wirde ne. Yê duyemîn jî ji ber nexweşanîya ne. Tansîyon, şekir, sinozîte û henekê din.

Hebên êş bir ser sedemê yekemîn meriv dikare vexwe lê ser sedemê duyemîn were vexwarin jî beredayî ye. Heta nexweşanî newe tîmar kirin ew êş derbas nabe. Ji bo vê sedemê çiqas serê meriv biêşe meriv dibê heba ne vexwe.

Ê nexwe de werin em henek behsa hebê şîn u hebê sor bikin. Kerem bikin (ê ku nizanibe ez bêjim hebê şîn : majezik hebê sor : dolorex)

Piçek we bitirsînim 🤪

Bandorên layekî yên îlacê koma NSAİİ (Ew hebê ji bo ser êşê tê vexwarin)

Ew çi bu law çi sernavek bû vêga hûn dibêjin. Vêga hûn nizanin sernav jî çîye ehlê gundan e hûn :)) (Behsa yan etkîya bikin bi zimanê henekê we)

1- Pergala gastroîntestînalêde li ser mîde û borîya xwarinê de dikarin qulika vekin û pişre xwînarî çêkin. Li ser vê sedemê nexweşê ulserê bila ne vexwin!!

2- Rodîkê zirav û stûr de jî ulserasyon çêbikin. Nexweşê bayê ji were dibêjim bitirsin 😜

3- Nexweşê gurçika dibê qet venexwin. Emrê gurçika kêm dike û nexweşanîyê zêde dike. Serê xwe jêkin lê nevexwin. 🙄

4- Bêhntengîyê(Astim) zêde dikin meriv çiqas ne vexwe çêtire ji bo we dibêjim ha dilê we nemîne.

Ez zanim bêhna we teng bû û serê we êşiya. Lê heb nevexwin av çay vexwin.🥛

5-Bi sala ser hevde vexwarina aspirînê dibe sedema şikestina hestîya. Kal û pîr dê û bav bi sala aspirîn venexwin bila ji bo ser êşê. Hûn aspirîn nadin zaroka newsa tişteka wisa ji we sah nekim 😤

6- Henek kesê ku tensîyona wa zêde hene bila ew jî nexwin ji bo ser êşê zêdetir biêşe ji were dibêjim 👀

7- îlacê ku xwînê ron dike re vexwarina hebê êşê xwînarî zêde dike paşî nebêjin çima xwîna min şixwe zêde ye nasekine.

Gelo ez dikarim ji vir heta Stenbolê binivîsim lê hewqas bese. Ê gelo kes nabêje serê min biêşe ezê çipkim?¿ Nebêje gunehê wî stûyê wî de. Lê belê ez ji were bê henek bejim hûnê çipkin de werin min gohdar bikin.

1- Serê we dema ku êş pêket hewa paqij bistînim zahf ê ser êşê kêmasîya oksîjenêye.

2- Şûşeyek av vexwin.

3- Bêhna xwe fire bikin nexwe êşa we zêde bibe.

4- Ku nexweşanî jor bi were tune êşa we kêm nebe dikarin hebekî vexwin destûr ji were heye. Lê 8 saeta carek zikê têr tê vexwarin jibîr nekin.

5- Ku sedema ser êşê sedemê duyemîn be heb venexwin.

6- Ev nexweşanîyê jor bi were hebe ez bi were bold bibêjim PAROL vexwin destûra îlacê din tuneye.

Serê min jî êşiya bese hewqas. Ez zahf kesa dibînim dibêjin min ” yaw îlaca venexwin tev pîsin nexweşanî çêdikin hewqas sal tiştek bi min nebûye çima ku ez îlaca venaxwim”. Hûn bawerê van kurmîyan nebin ew jî nizane çi nexweşanî pê re heye. Lê bê pirs nevexwin Dermansazê we di têlefona we de ye.

Spas ji bo xwendina we.