Hebên Êş Bir

Li ser vê dinê êş nekişandî tuneye bawer dikim. Ji bo êşa bedena xwe em hebê êş bir vedixwin. Lê ji bo êşa dilê we hebê me tuneye pirs nekin.
Emê li ser vê nivîsê de behsa hebê êş birê ku em zahf vedixwin kîjanin, em çima vedixwin u ji boy çi, çewa tên vexwarin bêjin. Hûn amade bin em dest pê bikin. De kerem bikin.

Di emrê xwede ê ku van hebê jor ne vexwarinê tuneye bawerke. Henek ji bo diran, ser, çok, nav û bla bla bla ji bo her êşê kême êşê dil we vexwarîye. Emê behsa êş birê ser bikin. Êşê ser sedema wan du hebin: Sedemê yeke mîn û duyemîn.
Sedemê yekemîn sedemê ser in. Çine ew travmatîk, sinîrê ser, kansêr, tumor u virde wirde ne. Yê duyemîn jî ji ber nexweşanîya ne. Tansîyon, şekir, sinozîte û henekê din.

Hebên êş bir ser sedemê yekemîn meriv dikare vexwe lê ser sedemê duyemîn were vexwarin jî beredayî ye. Heta nexweşanî newe tîmar kirin ew êş derbas nabe. Ji bo vê sedemê çiqas serê meriv biêşe meriv dibê heba ne vexwe.

Ê nexwe de werin em henek behsa hebê şîn u hebê sor bikin. Kerem bikin (ê ku nizanibe ez bêjim hebê şîn : majezik hebê sor : dolorex)

Piçek we bitirsînim 🤪

Bandorên layekî yên îlacê koma NSAİİ (Ew hebê ji bo ser êşê tê vexwarin)

Ew çi bu law çi sernavek bû vêga hûn dibêjin. Vêga hûn nizanin sernav jî çîye ehlê gundan e hûn :)) (Behsa yan etkîya bikin bi zimanê henekê we)

1- Pergala gastroîntestînalêde li ser mîde û borîya xwarinê de dikarin qulika vekin û pişre xwînarî çêkin. Li ser vê sedemê nexweşê ulserê bila ne vexwin!!

2- Rodîkê zirav û stûr de jî ulserasyon çêbikin. Nexweşê bayê ji were dibêjim bitirsin 😜

3- Nexweşê gurçika dibê qet venexwin. Emrê gurçika kêm dike û nexweşanîyê zêde dike. Serê xwe jêkin lê nevexwin. 🙄

4- Bêhntengîyê(Astim) zêde dikin meriv çiqas ne vexwe çêtire ji bo we dibêjim ha dilê we nemîne.

Ez zanim bêhna we teng bû û serê we êşiya. Lê heb nevexwin av çay vexwin.🥛

5-Bi sala ser hevde vexwarina aspirînê dibe sedema şikestina hestîya. Kal û pîr dê û bav bi sala aspirîn venexwin bila ji bo ser êşê. Hûn aspirîn nadin zaroka newsa tişteka wisa ji we sah nekim 😤

6- Henek kesê ku tensîyona wa zêde hene bila ew jî nexwin ji bo ser êşê zêdetir biêşe ji were dibêjim 👀

7- îlacê ku xwînê ron dike re vexwarina hebê êşê xwînarî zêde dike paşî nebêjin çima xwîna min şixwe zêde ye nasekine.

Gelo ez dikarim ji vir heta Stenbolê binivîsim lê hewqas bese. Ê gelo kes nabêje serê min biêşe ezê çipkim?¿ Nebêje gunehê wî stûyê wî de. Lê belê ez ji were bê henek bejim hûnê çipkin de werin min gohdar bikin.

1- Serê we dema ku êş pêket hewa paqij bistînim zahf ê ser êşê kêmasîya oksîjenêye.

2- Şûşeyek av vexwin.

3- Bêhna xwe fire bikin nexwe êşa we zêde bibe.

4- Ku nexweşanî jor bi were tune êşa we kêm nebe dikarin hebekî vexwin destûr ji were heye. Lê 8 saeta carek zikê têr tê vexwarin jibîr nekin.

5- Ku sedema ser êşê sedemê duyemîn be heb venexwin.

6- Ev nexweşanîyê jor bi were hebe ez bi were bold bibêjim PAROL vexwin destûra îlacê din tuneye.

Serê min jî êşiya bese hewqas. Ez zahf kesa dibînim dibêjin min ” yaw îlaca venexwin tev pîsin nexweşanî çêdikin hewqas sal tiştek bi min nebûye çima ku ez îlaca venaxwim”. Hûn bawerê van kurmîyan nebin ew jî nizane çi nexweşanî pê re heye. Lê bê pirs nevexwin Dermansazê we di têlefona we de ye.

Spas ji bo xwendina we.

Leave a comment